Washington ji bo "îzolekirina aborî li ser Îranê" heyet şandin çar aliyê cîhanê

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku wan bi mebesta anîna dorpeç û îzolekirina aborî li ser dewleta Îranê, heyetên taybet şandine gelek welatên cîhanê. Bessent destnîşan kir ku pêngavên bi vî rengî encamên serkeftî didin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di daxuyaniyeke xwe ya li ser platforma X de diyar kir ku bi rênîşandana wî biryarên girîng li dijî bank û pargîdaniyên balafiran ên Îranê hatine girtin. Bessent bal kişand ser ku nirxê Riyalê Îranê gihîştiye asta herî nizim a dîrokî û got ku heta serokatiya Îranê bixwe jî bandorên giran ên aborî yên vê şerî qebûl kiriye.

Di çarçoveya van hewldanan de, Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Jonathan Burke geşteke du heftiyî li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi dawî kir. Her weha Wezareta Xezîneyê bi nûnerên zêdetirî 50 welatan re hevdîtin pêk anîn.

Her çend pargîdaniyên piçûk ên Îranê geştên xwe bixwazin bidomînin jî, ferman hatiye dayîn ku sanksiyon li ser her aliyekî ku sotemenî an kargêriyê bide balafirên Îranî were sepandin û ew ji pergala Dolarê Amerîkî werin derxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye