Ebas Iraqçî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku her çend wan berteka destpêkê ya Donald Trump dîtibe jî, lê qet bersiveke fermî û nivîskî bi rêya navbeynkaran negihîştiye destê wan. Îran diyar dike ku şertên wan ên li ser ewlehî û rewşa Tengava Hurmizê diyar in û ew ê li benda helwesta dawî ya Washingtonê bimînin beriya ku biryarekê bidin.
Iraqçî: Piştî redkirina Trump, Îran ji şertên xwe paşve gav navêje
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku tevî redkirina pêşniyara Tehranê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, welatê wî dê bi tu awayî ji daxwaz û şertên xwe yên bingehîn paşve gavê neavêje.