Li Yûnanistanê teqîna mezin: 6 kes jiyana xwe ji dest dan û di nav wan de 4 Amerîkî hene

Li herêma geştyarî ya Plaka li navenda bajarê Atînayê paytexta Yûnanistanê, ji ber teqîneke mezin avahiyeke duqatî hilweşiya. Di encama vê rûdanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan ku çar ji wan geştyarên Amerîkî bûn û guman heye ku bûyer ji ber sîstema gazê rû dabe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsê tîma vemirandina agir a Yûnanistanê Vasîlîs Vathrakoyanis ragihand ku tîmên hawarçûnê bi alîkariya amûrên giran û kûçikên polîsî karîn termên şeş kesên windabûyî li Atînayê bibînin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane du pîr û kalên rûniştvanên avahiyê bûn û li gel wan jî 4 geştyarên Amerîkî hebûn ku li şeqeyeke dîtir a avahiyê dima bûn.

Polîs diyar kir ku her çar geştyarên Amerîkî biryar bû roja Înê saet 03:00 piştî nîvro ber bi balafirgeha Atînayê ve bi rê bikevin daku vegerin welatê xwe, lê piştî rûdana teqînê ti agahî ji wan nehatibû girtin.

Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Yûnanistanê Kimberly Guilfoyle jî bi daxuyaniyekê li ser tora civakî ya X xemgîniya xwe ya kûr ji bo mirina çar hemwelatiyên Amerîkî nîşan da.

Teqîna ku roja Înê rû da ziyaneke gelek mezin gihand taxa Plaka ku nêzîkî şûnwarên dîrokî yên weke Akropolis û Perestgeha Zeusê ye.

Heta niha vekolînên tîma tawanan a agirkujiyê li ser cihê bûyerê berdewam dikin ji bo eşkere kirina sedema rastî ya teqînê, piştî ku çendîn rûniştvanên herêmê ragihandibû ku beriya teqînê bêhna gazê ji avahiyê dihat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye