Ajansa nûçeyan a fermî ya KCNA ya Koreya Bakur îro ragihand ku Koreya Bakur rêzê li hilbijartina Rêberê Bilind ê nû yê Îranê digire û Dewletên Yekbûyî û Îsraîl bi têkdana aştiya herêmî tawanbar kir.
Di heman demê de destnîşan kir ku Koreya Bakur bi tundî êrîşên "neqanûnî" yên ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatine destpêkirin şermezar dike.
Koreya Bakur êrîşên li dijî Îranê şermezar kirin
Her wiha wan wekî hilweşandina aştiyê û gûrkirina bê îstîqrariyê li çaraliyê cîhanê bi nav dike.
Beriya sê rojan Komara Îslamî Mucteba Xameneyî wek Rêberê Bilind tayîn kir, piştî bavê wî Elî Xameneyî, ku di roja yekem a şerê ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kir de, hat kuştin.
Nakokiya Amerîka-Îsraîlê ya bi Îranê re ket roja xwe ya 12 ´an, bandorên wê li seranserê Rojhilata Navîn belav dibin.
Îranê welatên cîran hedef girtiye, di heman demê de Îsraîl ji bilî êrîşan li dijî Îranê, li Lubnanê li dijî Hizbullahê jî şer dike.