Îro sibehê Îranê êrîşî baregeha Partiya Komele ya Kurdistan, a Zirguwêz li Silêmaniyê, kir.
Di encama wê êrîşî de pêşmergeyekî Komele jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.
Çavkaniyek ji Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran ku nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî êrişek nû li ser hêzên wan, zanyariyan ji ajansa Rojnews’ê re ragihand.
Çavkaniyê diyar kir ku îro danê sibehê bi çend dronên xwekuj êrîşî baregeha hêzên wan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama êrîşê de pêşmergeyek bi navê Umêd Weysî jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek din jî birîndar bû.
Ji destpêka şerê Îsraîl- Amerîka û Îranê ve, gelek caran baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi dron û muşekan hatine armancgirtin.
Di van êrîşan de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û 3 pêşmerge jî birîndar bûne.