Li Herêma Cizîrê îro bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin

Rêveberiya Dibistanan a bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê îro bawenameyên werza yekemîn a sala xwendinê ya 2025/2026ˊan li hezaran xwendekarên dibistanan belav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bawername, li xwendekarên qonaxên xwendinê yên Seretayî, Navîn, Amadehî û xwendekarên dibistanên pîşeyî hatin belavkirin.

 

Her wiha diyariyên sembolîk li xwendekarên serkeftî hatin belavkirin.

 

Werza yekemîn a xwendinê ya sala 2025/2026ˊan di 25ˊê Çileyê de bi dawî bûbû.

 

Biryar bû ku, di navbera 20 û 25ˊê heman mehê de bawername li xwendekarên dibistanên herêma Cizîrê bihatana belavkirin.

 

Lê proseya belavkirinê, ji ber hewandina koçberên ku ji ber êrîşên komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê neçar mane, ber bi herêmên ewle yên Rêvebriya Xweser biçin û li dibistanan werin bicihkirin, dereng ma.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye