Îro 54`emîn salvegera Peymana 11`ê Adara 1970`î ye

Bi boneya salvegera 54`emîn ya Peymana 11`ê Adara 1970`ê Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî peyamên cuda belav kirin û gotin: "Peymana 11`ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro 54`emîn salvegera Peymana 11'ê Adara 1970'ê ye.

 

Ji ser Peymana 11'ê Adara 1970'an ku yek ji bûyerên girîng ên dîroka Kurdistanê ye re 54 sal derbas bûn.

 

Rêkeftina fermî ya ku di navbera Îraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de yekem car di dîroka Kurdistanê de hatiye îmzekirin.

 

Ji bo naskirina mafên dîrokî yên neteweya Kurd xwedî girîngiyeke mezin e.

 

Her çend piştî îmzekirina wê rêkeftinê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve nehate cîbicîkirin jî, lê di dîroka Kurdistanê de destkefteke girîng e û weke rojeke dîrokî tê dîtin.

 

Di Şoreşa Îlonê de bi pêşengî û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî di navbera hikûmeta Îraqê û PDK'ê de peymana dîrokî hat îmzekirin.

 

Rêkeftin di encama danûstandinên 2 salan de di navbera serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de hat îmzekirin.

 

Naveroka daxuyaniyê ku ji 15 madeyan pêk tê, li Bexdayê bi beşdariya serokê îstifakirî yê Îraqê Sedam Husên, Serok Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî û şanda danûstandinan a her du aliyan hat ragihandin.

 

Yek ji xalên sereke yên vê peymanê ew bû ku ji bo Kurdan xweserî bê dayîn û Kurd beşdarî hikûmeta Îraqê bibin û cudahî di navbera Kurd û Ereban de nebe.

 

 

Mesûd Barzanî: Peymana 11`ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê bû

 

 

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi boneya 11`ê Adarê peyamek belav kir.

 

Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ev peymana 11`ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê û bi rêberiya Barzanî bû û got:

 

"Berhema wê xebata bihêz û berfireh bû ku ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê û bi destxistina demokrasiyê li Îraqê dest pê kir.

 

Di encamê de hikûmeta wê demê ya Îraqê neçar bû ku bi awayekî fermî hinek ji mafên gelê me bê qebûlkirin."

 

Mesûd Barzanî got ku di vê bîranînê de ew tekeziyê li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.

 

 

Nêçîrvan Barzanî 11'ê Adarê li hemû gelê Başûrê Kurdistanê pîroz kir

 

 

Her wiha Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyamek belav kir.

 

Di peyama xwe de roja 11'ê Adarê bi bîr anî û li hemû gelê Başûrê Kurdistanê pîroz kir.

 

Nêçîrvan Barzanî balkişand ser êrîşên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got:

 

"Bila em bi hev re bixebitin da ku Başûrê Kurdistan û Îraq ji metirsiyên şer dûr bibin û pêşerojeke geştir, avatir û tijî aştî ji bo nifşên xwe ava bikin."

 

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî tekezî bi yekrêzî û hevgirtina di navbera aliyên Kurdistanî de kir .

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye