Dagirkeriya li ser Serêkaniyê û Girêsipî derbasî sala 7`an dibe

îro 9'ê cotmehê, 6'emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye. Di vê rojê de dewleta Tirkiyê û çekdarên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, bi hevkariya hezên herêmî û cihanî Serêkaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin. Rêxistina Hevdestî diyar dike ku 57 rêxistinên Sûrî ji bo koçberên Serêkaniyê û Girê Sipî banga vegera bi ewle li ser axa wan, dikin. Benda pêncan ya paymana 10'ê Adarê ku di navbera Hikûmeta Veguhêz û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatî çêkirin vegera şêniyên Serêkaniyê û Girê Sipî bi awayek bi ewle ye, lê heta niha ji bo vegerê ti gavên şênber nehatine avêtin. Îro 9'ê Cotmehê, salvegera Dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî ye ku 6 li pey xwe hişt û derbasî sala 7'an dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 9'ê Cotmeha 2019`an de Serêkaniyê û Girêsipî hatin dagirkirin

 

Bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî bajarên Rojavayê Kurdistanê ne, dikeve Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ser xeta sînorê Bakurê Kurdistanê ku ew herdû bajar bi pirengiya xwe dihatin nasîn têde Kurd, Ereb û Suryan bi hev re, dijiyan.

 

Di 9'ê Cotmeha 2019`an de, Dewleta Tirk bi balafir, tank û obusan êrîşî herdû bajaran kir û di êrişên bejahî de jî, çekdarên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê hatin bikaranîn.

 

Şervanên  Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê ku ji Kurd, Ereb û Suryanan pêk tên, di nava 9 rojan de, li wan bajaran berxwe dan, piştre heta ku DYA û dewleta Tirk di 17'ê Cotmehê de gihîştin agirbestê ku 5 rojan dewam kir.

 

Piştî serdana serokkomarê dewleta Tirk ya  Rûsyayê ku di 22'yê Cotmeha 2019'an  pêk hat, Rûsya û dewleta Tirk rêkeftinek hate  îmza kirin.

 

Xalên sereke yên vê rêkeftinê; dûrkirina HSD ji sînor û Belavbûna hêzên sînorparêz ên Sûrî li şûna wan û birêvebirina gerên hevbeş li ser sînor bû.

 

Di êrîşa 2019'an de 136 şehîd û 293 birîdar û 300 hezar kes koçber bûn

 

 

Li gorî  daneyên Rêxistina  Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di  êrîşên dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî  de, 136 kesên sivîl şehîd bûn û  293 kes jî, birîndar bûn di nav wan de, 64 zarok jî hebûn.

 

Her wiha li gorî ku hate ragihandin,di van êrîşan de 4 rojnemevan şehîd bûn û 6 rojnemevanên din jî birîndar bûn.

 

Ji ber êrîşên Dewleta Tirk ya bi balafir û çekên giran li ser wan bajaran gel neçar ma ku dev ji cih û warê xwe berde û koçberî cihên bi ewle bibe.

 

Li gorî ku Rêxistina Mafê Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye xuyakirin zêdetirî 300 hezar kesî ji cih û warên xwe neçar bûn ku  koçber bibin.

 

Guhertina demografîk: 3400 malbatên ji deverên cuda yên Sûrîyê li herdu bajan hatine bicihkirin

 

 Li gorî Lêkolînên Rêxistina Hevdestî   ji sedî 85 welatiyên Serêkaniyê hatin koçberkirin û ji 70 hezar kesî  tenê 50 kes li bajêr mane.  Li Girê Spî jî berê  rejeya Kurdan ji sedî  30 bû, lê piştî dagirkirina bajêr tenê çend malbat lê dijîn.

 

Heman çavkanî diyar dike ku  3400 malbatên ji deverên Sûryê yên cûda di malên valekirî yê Serkaniyê û Girê Spî de, hatine bicîkirin.

 

6 Sal li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re  derbas bûn û heta niha niştecihên van bajaran ku li Kampan dijîn bi hêvî ne ku  vegerin cih û warên xwe. 

 

Koçberên herdu bajaran li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê û Kampa Girê Sipî ya bajarê Eyn Îsayê dijîn.

 

Di salên dagirkeriyê de; gelek binpêkirin ji revandin, girtin, talankirin û sepandina bacan li dijî welatiyên ku li Serêkaniyê û Girê Spî mane, hatin belgekirin.

 

Li gorî lêkolînên rêxistinên mafnasîyê, ji 2019'an ve 68 sivîl hatine kuştin, ji wan 7 jin in. Herî kêm 808 kes jî hatine girtin, 7 kes ji wan di bin êşkenceyê de hatine kuştin.

 

57 rêxistinên Suriyê banga vegara bi ewle dikin

 

Li gorî ku Rêxistina Hevdestî (Tazur) ragihandiye ku 57 rêxistinên Sûrî banga vegera bi ewle ji bo şêniyên wan herdû bajaran dikin .

 

Di peymana 10'ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz û Hêzên Sûriya Demokratîk de ku bendê pêncan ew bû ku şêniyên Serêkaniyê û Girê Sipî bi awayek bi ewle vegerin warên xwe. Li ser  vê paymanê re  7 meh derbas bûn,  lê hîn gavên cidî yên ji bo vegera bi ewle  nehatine avêtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24