DEM Partî jî rapora xwe radest kir. Rapora ku ji şeş beşan pêk tê, hem paşxaneya dîrokî û hem jî çareseriyên siyasî, qanûnî û civakî pêşniyar dike.
Di raporê de hat destnîşankirin ku avaniya dewleta Tirkiyê ya yekparêz û navendî, bi dûrkirina nasnameyên cuda, pirsgirêka Kurd kûr kiriye.
Pirsgirêk jî gihîştiye asteke herêmî ku ne tenê li Tirkiyê, di heman demê de rojeva tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike.
"Aştî ne tenê bêdengiya çekane"
Di raporê de hat gotin ku wêrankirina ji ber pêvajoya şer hatiye afirandin, êdî bêberdewam e û pirsgirêk ne tenê "meseleyeke ewlehiyê" ye, di heman demê de meseleyeke demokratîkbûnê ya siyasî, çandî, aborî û civakî ye.
Aştî jî ne tenê bêdengiya çekan, bi dad, piralîbûn, beşdariya demokratîk û yekbûna civakî dikare bê bidestxistin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku ji bo çareseriyê divê ziman, siyaset û saziyên li ser bingeha "lihevhatin, nasîn û piralîbûnê" ji nû ve bên avakirin.
Di raporê de serdana komîsyona parlamenê ji bo Îmraliyê, mîna xurtbûna vîna çareseriyê tê pênasekirin.
Hat zanîn ku pêwîst e Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştiyê, di şert û mercên azadtir de beşdarî pêvajoyê bibe.
Rapor wiha bi dawî bû: “Banga me li hemû aktorên civakî û siyasî ew e ku xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. "