Rojnameya The Washington Postê ragihand, di nav girtîyan de jin û zarok jî hene.
Girtî bi îşkenceyê hatine neçar kirin ku bi malbatên xwe re têkilî daynin da ku ji bo berdana wan fîdye bê dayîn.
Li gorî nûçeyê, kesên ku nekarîn fîdyeyê bidin, hatine darvekirin.
Li alîyekî din, Brîtanyayê duh li dijî çar rêberên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ceza birî.
Di daxuyaniyekê de Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper:
"Rêberê RSFê ku îro ceza li ser wan hatine sepandin, rasterast rola wan di rijandina xwînê de hene."
Yvette Cooper da zanîn van sûcên hovane yên wekî darvekirinên girseyî, birçîbûn û tecawizê wê bê ceza nemînin.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn, El Fasher dorpêçê dikin da ku sûcên xwe veşêrin.
Cooper kûpir di dawîya axaftina xwe de soz da ku wê Brîtanya her gav li kêleka gelê Sûdanê bisekine.
Yekîtiya Ewropayê jî di Mijdarê de li hember çend şefên RSFê li ceza birîbû.
Koçber ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn gilîyan dikin
Di vê navberê de, li Sûdanê kesên koçber ji ber kêmbûna pêdiviyên bingehîn gilîyan dikin.
Bi hatina zivistanê re serma zêde dibe û ev jî bandorê li jîyana malbatên di konan de dike.
Şerê navxweyî ya li Sûdanê ku di 15ê Nîsana 2013an de dest pê kirîye.
Şer bû sedema mirina bi deh hezaran û koçberbûna nêzîkî 12 mîlyon kesan.
Piştî ku Hêzên Piştgiriya Bilez di dawiya Cotmehê de El Faşer a li Darfûrê girt, şer gurtir bû.