Amerîkayê dixwaze Spanyayê ji nava NATO'yê derxîne

Li gorî nivîsên navxweyî yên Pentagonê, rêveberiya Amerîkayê difikire ku pêkanînan li ser hevalbendên xwe yên NATO'yê ferz bike, bi taybet ên ku piştgirî nedane şerê Îranê. Hat ragihandin ku betalkirina endametiya Spanyayê ya li NATO'yê yek ji wan pêkanînên gengaz e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nameyeke navxweyî ya Pentagonê de, eşkere bû ku Amerîkayê (DYA) hin pêkanîn xistiye rojeva xwe, ku dê wan li ser hevalbendên xwe yên NATO'yê ferz bike.

Bi taybet ên ku di dema şerê Îranê de piştgiriyeke têrker nedane Amerîkayê.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Reutersê ve hatine ragihandin, ev pêkanîn di asta herî bilind de tên nîqaşkirin.

Di belgeya navborî de, hate diyarkirin ku hin hevalbend nexwestin ku Amerîka baregeh û qadên wan ên hewayî bi kar bînin.

Hate gotin ku vê yekê karê bingehîn ê NATO'yê lawaz kiriye.

Betalkirina endametiya Spanyayê ya li NATO'yê û ji nû ve nirxandina helwesta DYA'yê ya têkildarî serweriya Îngiliz a li ser Falkland Islands'ê ji wan pêkanînên ku hatine nirxandin.

Serokê DYA'yê Donald Trump hevalbendên xwe bi rengekî tund rexne kiribû, ku di dema krîza bi Îranê re ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê piştgiriya têrker a leşkerî nedane.

Trump beriya niha jî vekişîna ji NATO'yê xistibû rojevê.

Li aliyekî din, welatên weke Qraliyeta Yekbûyî û Fransayê destnîşan kirin ku tevlîbûna li operasyonên leşkerî yên DYA'yê yên li ser Îranê wê bi wateya tevlîbûna yekser a li nava şer bê hesibandin.

Sanchez: Em ê hevkariyê bi hevalbendên xwe re bikin, lê bi awayekî hiqûqî

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez roja Înê di civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê de ya ku li Qibrisê pêk hatibû, di axaftina destpêka civaînê de bersiveke bi vî rengî da mijarê:

"Em li gorî Emailan ( Enameyan) naxebitin.

Em li gorî belgeyên fermî û daxuyaniyên helwesta hikûmeta Amerîkayê kar dikin."

Sanchez got ku helwesta hikûmeta Spanyayê eşkere ye, ew jî hevkariya tam a bi hevalbendên xwe re ye, lê her tim di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ye."

Madridê li hemberî çalakiyên Washingtonê yên li Rojhilata Navîn helweseteke rexnekirinê nîşan da.

Hikûmeta Spanyayê ya bi lîderiya Pedro Sanchez gelek caran li ber şerê Îsraîl û DYAyê yê li ser Îranê rabû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye