Li Yemenê 4 Hûsî hatin kuştin

Li bajarê Parêzgeha Maribê ya girêdayî Yemenê Hûsiyan êrîşek pêkanî û di encamê de, 4 hûsî û efserekî artêşa Yemenê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li bajarê Taîzê ya girêdayî Yemenê Hûsiyan êrîşî artêşa Yemenê kirin û di encama bersîvdayînê de, 4 Hûsî hatin kuştin.

 

Navenda Medyayê ya Tewrêzê diyar kir ku hêzên Hûsî yên ku hewl didan ber bi eniyên şer ve pêşve biçin tesbît kirine.

 

Lê belê, yekîneyên çavdêrî û keşfê di destpêkê de bersiv dane van tevgeran û pevçûnên tund dest pê kirine.

 

Li gorî çavkaniyeke leşkerî da xuyakirin ku di encama pevçûnên di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de, li Parêzgeha Maribê efserekî û çend leşkerên ji artêşa Yemenê hatine kuştin.

 

Li Maribê, 4 êrîşên leşkerî ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin da ku bikevin çeperên hêzên hikûmetê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24