Artêşa Rûsyayê pêşveçûna xwe li eniyên şer ên rojhilatê Ûkraynayê, bi taybetî li herêmên Donetsk û Dnipropetrovsk berdewam dike.
Berpirsê herêmî yê Donetskê Denis Pushilin ragihand ku Artêşa Rûsyayê gihîştiye derdora bajarê Dmitrov ê Donetskê.
Her wiha Pushilin da zanîn ku hêzên Rûsî deverên li başûrê parêzgeha Donetskê bi tevahî kontrol kirine .
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku komek ji hêzên "Rojhilat" ên Rûsyayê bajarokê Xoroşiye yê li herêma Dnipropetrovsk kontrol kirine.
Wezaretê dest nîşan kir ku yekîneyên Koma Rojhilat piştî pêşveçûnên berdewam li dijî hêzên Ûkraynayê, derbasî nav gundê Xoroşiye li herêma Dnipropetrovsk bûn.