Jiyan Omer, parlamenterê Kurd ê Partiya Keskan (ji Rojavayê Kurdistanê), di hilbijartinên Berlînê de serkeftineke nû bi dest xist. Omer li bazneya 3'yan a li navenda Berlînê bi dengên rasterast pêşbirk qezenc kir.
Li gorî encamên destpêkê, wî ji sedî 29'ê dengan stendin û ket rêza yekem. Bi van dengan, Omer hemû hevrikên xwe li pey xwe hiştin û careke din mafê ketina parlamentoyê bi dest xist.