Li Nîjeryayê keştiyek bin av bû, zêdetirî 40 kes winda ne

Li bakurê Nîjeryayê, keştiyek ku 50 rêwiyan, binav bû û zêdetirî 40 kes winda bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Rêvebiriya Rewşa Awarte ya Neteweyî ya Nîjeryayê ragihand ku roja yekşemê, qezayek keştiyê li Eyaleta Sokoto ya bakurê rojavayê Nîjeryayê, çêbû.

 

Ajansaê, diyar kir ku keştiya zêdetirî 50 rêwî hildigirt û ber bi bazarekê ve diçû.

 

Heya niha tenê 10 kes hatine rizgarkirin û yên din hîn jî winda ne.

 

Tîmên rizgarkirinê bi lez hatin cihê bûyerê, da ku li zêdetirî 40 kesên winda bigerin.

 

Ji ber qerebalixî û lênêrîna nebaş, li rêyên avê yên Nîjeryayê gelek caran Qezayên Keştiyan çêdibin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24