Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zureya Mustafa da zanîn ku dem hatiye ku civaka me ji nû ve were avakirin û ev tenê bi paradîgmaya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd mimkun e û wiha got:
''Armanca me avakirina civakek aştiyane û demokratîk e.''
Hevserokatiya Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Elmaz Romî jî diyar kir ku Şoreşa Rojava semboleke nûjen a azadiya jinan e û wiha axivî:
''Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de roleke çalak girtin ser xwe û astengiyên mezin derbas kirin."
Elmaz Romî eşkerer kir ku jin li Sûriyeyê tên qirkirin, mafên wan tên desteserkirin û Hikûmeta nû jinan qebûl nake.
Elmaz destnîşan kir ku divê li dijî vê jin xwe bi rêxistin bikin û cihê xwe di destûra Sûriyê de bigirin.