Lezgin

YJÊ Komxebata ‘xîtaba nefretê’ lidarxist

reset font size increase font size

Yekîtiya Jinên Êzidî (YJÊ) û Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li bajarê Hesekê li Hola Xabûr bi armanca rakirina fitneyê di nav civakê de bi diruşmeya “Xîtaba nefretê û bandora wê li ser civakê” bi beşdarbûna gelek jinan ji sazî û rêxistinên cur be cur hat li dar xistin.

Komxebat ji aliyê Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Suriyê Pêşerojê Sûzan Şemo û Endama YJÊ ya Rojava û Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên Suriyê Sûad Hiso ve hate meşandin.

Komxebat li ser du bendan hat lidar xistin. Di destpêkê de Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Suriyê Pêşerojê Sûzan Şemo, di derbarê “xîtaba nefretê û bandora wê li ser civakê” de axafina vekirinê, kir. Bi vê re gelek nîqaş jî li ser vê yekê hatin meşandin.

Di beşa duyemîn a Komxebatê de Sûad Hiso, li ser rola jinê di Rêveberiya Xweser de semînerek dan.

Nîqaşên berfireh di derbarê fitne û axaftinên tûj ku di civakê de tê kirin û bandora wî li ser jin û malbat hatin pêş xistin. Wek encam jî hate diyar kirin ku ev rê li tund û tijiyê vedike.

Berdevka Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Nîhal Îsa û Endama YJÊ ya Rojava Sûad Hiso ji televizyona me ya NÛÇE TV re axivîn.

Nîhal Îsa di derbarê Komxebatê de wiha axifî:

Jin divê her alî de baldar be

“Armanc ji vê komxebatê zêdekirina zanistê di nava civakê de bi taybet jî di aliyê jinê de, jin civakê ava dike û gelek caran jin tê hedef girtin ji aliyê zihniyeta desthilat dar ve ji ber vê yekê me pêwistî li darxistina komxebatek wiha dît.

Sûriyê civaka Rojava ya herî zêde bi zaniste ji ber ku gelek perwerde dîtine. Di nava civakê de tişta herî zêde bandorê li derûniya mirovan dike fitneye, pêwîste jin di vî aliyî de baldar be û nekeve bin kontrola gotinên ku têne kirin.”

Endama YJÊ ya Rojava û Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên Suriyê Sûad Hiso jî ji li ser dar xistina Komxebatê ji Televîzyona me re ev gotin:

‘Li ser banga Rêber Apo me ev komxebat lidarxist’

“Di vê komxebatê de rola jinên Êzidî di Rêveberiya xweser de li hember xîtaba nefret di vê komxebatê de ku çi pêwîst dike ji bo çareserkirina xîtaba nefretê di nava civakê de wê bi nîqaşên ku têne kirin wê zengîn bibe û derkeve pêş.

Dewleta Osmaniya gelek caran gelê Êzidî û gelê Ermenî di qirkirinan re derbas kirine. Daxwaza dewleta ewe ku yek al be yek ziman be ji ber vê jî xîtabên nefretê tên kirin. Di Sûriya nû de komkûjiyên ku li berava Sûriyê û ya duh li Dêra Mar Îlyas a li Şamê em vê komkujiyê şermezar dikin. Em jî li ser banga Rêber APO ya civaka demokratîk hewl didin jiyanek azad û demokrat pêk bînin. Li ser vî esasî me ev komxebat li dar xist û rola jinên Êzidî jî di vê xebatî de heye.”

Gulçîn Ehmê – Viyan Soran Kara

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24