Lezgin

Çekên nukleerî wek gefeke cîhanî derdikeve pêş

reset font size increase font size

Bandorên çekên nukleerî li ser jîngehê, civakî û siyasî pêşeroja mirovahiyê bi tevahî tehdît dike û di lîsteya herî xeternak a wêrankeriyê de ye.

Di salên dawî de, di gel modernîzesyona berdewam a cebilxaneyên mezin ên wekî Dewletên Yekbûyî Emerîka (DYE) û Rûsyayê, her wiha berfirehkirina bernameyên nukleerî li gelek welatên din jî dest pêkir. Ev yek jî fikarên navneteweyî derdixe holê û nakokiyan zêde dike. Di van demên dawî de raporên îstîxbarata Emarîkayê û Îsraîlê nîşan dan ku Îranê di zengînkirina Uranyûmê de ji sedî 90 derbas kiriye. Tenê çend hefteyan dûrî çêkirina bombeya xwe ya atomî ye û pilana êrîşeke di asta çekên nukleerî de dike. Ji bo pêşî li kerasetên mezin girtinê, Emarîkayê, di operasyoneke bi navê kod (Operation Midnight Hammer) de, êrîşên hewayî li ser sê tesîsên nukleerî yên Îranê (Natanz, Isfahan û Fordow) pêk anî.

Rîskên bi karanîna wê û bandorên raste rast

Uranyûm-235 an plutonyûm-239 mîqdarên mezin, di teqînên kûjer de enerjiyeke mezin berdide. Dikare di çend saniyan de bibe sedema mirina bi milyonan kesan. Tîrêjên demdirêj ku bi demê re nexweşiya penceşêrê û anarmaliyên genetîkî di kesên mane de pêş dixe, pêleke germahiyê mezin ku hesin dihelîne rû dide û bi toz û dûmanê rojê digre. Bombeyên ku bi van materyalan çêdibin îzotopên ronahiyê ên wekî di rojê de çêdibin tê de hene. Teqîna yekê jî dikare deverên berfireh ji holê rake, ji ber ku her çiqasî bandora xwe herêmî be jî bi hewa û avê re derbas dibe. Pêwîste ku bi awayekî pir bi ewle di bin erdê de werin hilanîn.

Dewletên ku bi kar tînin û li ser dixebitin

Li ser asta navneteweyî, Fransa mezintirîn hilberînerê enerjiya nukleerî ya cîhanê ye. Lê ji bo elektirîkê bi kartîne. Di milê leşkerî Emerîka û Rûsya welatên herî mezinin ji hêla çekên nukleerî. Rêjeya uranyûma Îranê jî ji sedî 60’e ger bixwazê dikare di nav çend mehan de çekên nukleerî çêbike û Rûsiya jî gefa nukleerî wek stratejiya xwe bi kartîne. Ji nav van hêzên sereke yên nukleerî de, li gor rapora SIPRI Çîn jî di cebilxaneya xwe de mezinbûneke nukleerî nîşan dide û Keyaniya Yekbûyî jî cih digre. Koreya Bakur jî serikên nukleerî pêş dixe, di nav de jî mûşekên balîstîkî jî çêdike.

Pêwîstiya hişmendî û dîplomasî heye

Pisporên ewlehiyê didin diyar kirin ku, sînordarkirina cerbandin û belavbûna çekên nukleerî girînge ji ber ku pêşveçûnên teknolojiya bi lez ya mûşekên nukleerî wek şûrekî dudevî ye.

Misogerkirina ewlehiyeke domdar û parastina nifşên pêşerojê li ser kontrolkirina çekan û diplomasiyeke pêşîligirtinê pêkane.

Dîlber Ehmet Hecî

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24