Lezgin

Komkujiya Mar Elias.. vejandina metirsiyên li ser nasnameyê!

Taybet piştî bilindbûna pileya “Xîtaba Nefretê” di Sûriyeyê de gel ji dûbarebûna komkujiyan ditirse.

reset font size increase font size

Êrîşa li ser Mar Elias ne cara yekeme li dijî cihên îbadetê ya ku li Sûriyê pêk tê. Lê di salên dawî de ya herî kujer hat hesibandin, nemaze piştî têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ser destê Hêzên Sûriyê ya Demokratîk (HSD)’ê di sala 2018’an de.

Sedemên metirsiyan?

Şopîner bawer dikin ku vegera krîza ewlehiyê, nebûna parastinê û rageşiya olî wek sedemên sereke yên zêdebûna metirsiyên pêkhateyan e. Taybet piştî bilindbûna pileya “Xîtaba Nefretê” di Sûriyeyê de gel ji dûbarebûna komkujiyan ditirse.

Li aliyê din, zêdebûna tevger û çalakiyên DAIŞ’ê û komên çekdar li Sûriyê di dema dawî de, sedemeke din a metirsiyan ava dike.

Pêkhateya Xiristiyan yek ji pêkhateyên dîrokî yên li Sûriyê ne. Di salên dirêj ên alozî û şerê li Sûriyeyê, her vê pêkhateyê hewl daye ku xwe ji çerx siyasî û leşkerî dûr bixe, ev di pratîk û daxuyaniyên wan de diyar bûn. Tevî vê yekê jî, ji pêla tund û tûjiyê ya ku li Sûriyê zêde dibe, nehat parastin.

Gelek Xiristiyanên li deverên bin serweriya Desthilata Şamê de radigihînin ku tedbîrên ewlehiyê yên li dora cihên îbadetê Xiristyanan, li gorî olên din ku têne peydakirin, qels in.

Partiya Yekîtiya Suryanî ya Sûriyê jî duh bi rêya daxuyaniyeke nivîskî got: “Êrîş nîşaneya zêdebûna tundûtûjiya li dijî Xiristiyanan e hewldanek eşkere ye ji bo tirsandina wan da ku neçarî koçberiyê bibin. Gerek Desthilata Şamê bi rola xwe bilîze.”

Piştgirî bo Xiritiyanên Sûriyeyê

Piştî komkujiyê, li çend dêrên Sûrîyeyê nimêjên hevgirtinê hatin lidarxistin. Gelek kesayetên siyasî, olî û di nav de welatên ser asta herêmî û navdewletî ev êrîş şermezar kirin.

Her wiha li ser medyaya civakî, çalakvanan di bin haştaga “#Mar_Elias_Will_Not_Break” de kampanyayek hevgirtinê dan destpêkirin.

Êvara Yekşemê (22ê Hezîrana 2025’an) êrîşeke xwekujî li Dêra Ortodoks a Mar Elias li taxa Dwêlea ya nêzîkî Paytexta Sûriyê Şamê, pêk hat. Di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûn.

HSD’ê a ku rola sereke di têkbirina DAIŞ’ê de leyîst û di dabînkirina ewlehiyê de xebatên xwe dewam dike, amadebûna xwe bo parastina tevahiya axa Sûriyeyê ragihand.

Ensar El-Sunna bi DAIŞ’ê re dikeve pêşbirkê

Îro rêxistina tundrew a “Seraya Ensar El-Sunna” ya li Sûriyê berpirsiyariya êrîşê, girt ser xwe. Ev rêxistin ji zikê El-Qaîda cara yekem derketiye û gelek çalakiyên terorîst li Îraqê û Sûriyê pêk anîne.

Şopdar texmîn dikin ku ev êrîş peyameke siyasî ye li ser nîşandana hêza komeke tundrew a nû piştî DAIŞ`ê ye. Di heman demê de gefek e li dijî hebûna pêkhateyên Sûriyeyê yên cuda û guleyek e di dilê paytexta desthilata nû ya Sûriyê de ye.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24