Pêvajoya diyalog û qanûnî ya li Tirkiyeyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, gihîştiye qonaxeke stratejîk û dîrokî. Tevî ku ev gav ji aliyê gelek aliyan ve wekî destpêkekê erênî tê dîtin, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar di nirxandineke berfireh de rexneyên tund li ser naveroka yasaya nû û nêzîkatiya dewletê anîn ziman.
Aydar destnîşan kir ku ev qanûn her çiqas gava yekem be jî, ji ber kêmasiyên di naveroka xwe de wekî çareseriyeke temam nayê qebûl kirin.
Nêzîkatiya KCK'ê li ser pêvajoyê û gava dîrokî
Zubeyir Aydar di nirxandina xwe ya giştî de aşkere kir ku nêzî du salan e di navbera Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan û şandeyên dewletê de diyalogeke bênavber heye.
Aydar diyar kir ku wekî tevger ew ji bo çareseriyê cidî ne û diyalogê girîng dibînin, lê rexneyên wan ên giran li ser leza pêvajoyê hene. Li gora wî, çawa ku dihat xwestin gav nehatine avêtin û pêvajo pir hêdî bi pêş dikeve.
Aydar her wiha bal kişand ser rewşa hevsengiyê ya di navbera her du aliyan de û destnîşan kir ku dewletê di warê leşkerî de nikarîbû tevgerê tine bike, tevgerê jî nekariye dewletê bi temamî ji welat derxîne. Ji ber vê yekê her du alî jî mecbûrî qada diyalogê bûne. Di vî warî de, cara pêşî ye ku piştî şerê nêzî nîv sedsalî dewlet bi rêberê tevgerê re li zindanê muzakereyê dimeşîne û qanûneke bi vî rengî tîne meclisê ku ev bi serê xwe bûyereke dîrokî û girîng e.
Rexneyên sereke yên li ser naveroka qanûnê
Aydar bi hûrgulî li ser bend û xalên qanûna nû sekinî û diyar kir ku ziman û naveroka qanûnê ji sererastkirinê re vekirî ye. Rexneya herî mezin li ser zimanê ewlekariyê û pênaseya terorê ye. KCK diyar dike ku qanûn ne wekî çarçoveyeke giştî ya çareseriya siyasî, lê bêtir wekî qanûneke ewlekariyê li gorî tirsên dewletê û raya giştî ya Tirkiyeyê hatiye hûnandin, ji ber vê yekê pênaseya terorê ya di metnê de nayê qebûl kirin.
Kêmasiyeke din a ku tê destnîşankirin, kategorîzekirina endamên tevgerê ye. Di qanûnê de bi endeziariyeke siyasî dabeşkirinek di navbera endaman de wekî rêber, şervan û girtî hatiye kirin ku ev yek li dijî xwezaya çareseriyê ye. Di heman demê de, astengiyên li ser vegera ji derve û qada siyaseta qanûnî tên rexnekirin; ji ber ku ev qanûn bi qedexeyên salan û şertê devjêberdayînê, rê li ber azadiya siyasî digire.
Li aliyê din, pirsgirêka girtiyên siyasî û mûhletê wekî xalên krîtîk derdikevin pêş. Aydar rexne kir ku qanûn berdana girtiyên di zindanan de girê dide şertê çekdanîna kesên li derve. Li gora wî, divê ji roja ku qanûn kete meriyetê, dosyaya zindaniyan hemûyan berçav bê girtin û destpêkê bêne berdan. Di heman demê de, ji bo ku Konseya Ewlekarî ya Neteweyî li gorî raporên MÎT û leşkeran tespîtan bike, tu mûhlet an demeke sînordar nehatiye danîn ku ev yek pêvajoyê ber bi nediyariyê ve dibe.
Statû û azadiya Abdullah Ocalan wekî şertê sereke
Yek ji xalên herî girîng ên raporê, rewş û pozîsyona Damerînerê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Di nirxandina xwe de Aydar, Abdullah Ocalan wekî rêveberê sereke yê pêvajoyê pênase kir û diyar kir ku bêyî tevlêbûna wî ya rasterast, çareserî pêkan nîne. Ji ber vê yekê, divê statû, azadî û îmkanên peywendiya Ocalan di nav qanûnê de bi awayekî zelal werin mîsogerkirin.
Aydar diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê azadiya peywendiyê û sekreteriyeke taybet ji bo Ocalan were avakirin. Di heman demê de, wî xalên 6 û 7an ên qanûnê yên li ser avakirina komîsyonên veşartî rexne kir û daxwaz kir ku rola Ocalan bi eşkereyî di qanûnê de cîh bigire.
Perspektîfa stratejîk û bandora li ser parçeyên Kurdistanê
KCK vê pêvajoyê tenê wekî babeteke sînorên Tirkiyeyê nabîne, lê belê wekî rûdoneke stratejîk a ku dê bandorê li seranserê Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê bike, dinirxîne. Li gora vê analîzê, eger li Bakurê Kurdistanê gaveke rasteqîn were avêtin, ev yek dê vetoya Dewleta Tirkiyeyê ya li ser Kurdan bişkîne û destkeftiyên li Rojava û Başûrê Kurdistanê ku di bin gefan de ne garantî bike. Her wiha, gava ku Tirkiye meseleya Kurd çareser bike, Îran jî mecbûr e ku li ser vê statûyê rûnê û bi Kurdan re bikeve nav diyalogê.
Banga ji bo yekitiya neteweyî û xwerêxistinkirinê
Di dawiya nirxandina xwe de, Zubeyir Aydar bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan ên derbarê Yekitiya Neteweyî de. Aydar diyar kir ku çareserî tenê bi qanûnan pêknaye û banga bilindkirina têkoşîna sivîl û civakî kir. Divê Kurd ne tenê di warê siyasî û partîtiyê de, lê di warê saziyên ziman, aborî, çand û dîplomasiyê de xwe bi xurtî rêxistin bikin û têkiliyên di navbera parçeyan de xurtir bikin.
Aydar da zanîn ku di vê serdemê de peywendiyên wan ên li gel Rojava û YNK'ê pir baş in û piştî destpêkirina pêvajoyê diyaloga wan a li gel PDK'ê û partiyên Rojhilat jî ber bi xurtbûnê ve diçe. Di qonaxeke ku bi neyarên derve re diyalog tê kirin de, divê zimanê navxweyî yê di navbera aliyên Kurd de nermtir, rahattir û aştiyanetir be da ku yekitiya neteweyî pêk bête.