Piştî ketina Rêjîma Baasê, li Sûriyê tevliheviyek mezin çêbû. Li hin herêman gel rastî êşkenceyan û tevkujiya giştî hatin. Tirsek çêbûye ku Suyiyê li ser riya Efxanistan biçe.
Rêjîma Baas di 8`ê Kanûna 2025`an hat hilweşandin. Li şûna wî hikûmetekî demkê hat avakirin. Lê heya niha tu aramî ji aliya ewlehiyê ve çênebûye û kes nikare texmîn bike wê rewşê berbikûve biçe.
Ji destpêka ku desthilata Sûriyê ya demkî hatiye ser desthilatdariyê, êrişên qirkirina neteweyî û teqîn zêde bûne.
Di dîroka 7`ê Adara 2025`an de dest bi êrîşên Herêma Beravê ya Sûriyê kirin û biryargirtin ku civaka Elewî li hemû Sûriyê ji qirkirinê re derbas bikin. Li gorî Navenda Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Sûriyê, di vî êrîşê de nêzî 1400 Elewî hatin qetilkirin.
Çeteyên desthilata Şamê di bin argûmana bermahiyên rejîmê de dest bi êrîşa xwe kirin. Armanc ji wan êrişan jî ji holê rakirina hemû ol, bawerî û kêmneteweyên herêmê bûn. Di
Di dîroka 22`ê Gûlana 2025`an de jî, teqîneke li Dêra Mar Ilyas ya li paytaxta Sûriyê Şamê pêk hat. Ew teqîn hemû civaka xirîstiyan kir armanc. Rêxistina Seraya Ensar El-Sunna ev teqîn girt ser xwe û diyarkir ku bi van êrişan armanc dikin ku li Sûriyê Elewî û Şîa nemînin û bidin koçber kirin.
Li aliyeke din Amerîka bi daxuyaniyeke fermî ji desthilata Şamê ya demkî xwest ku kesên terorîst û biyanî ji Sûriyê derxîne. Ev daxuyanî piştrast dike ku li Sûriyê terorîst û biyanî hene.
Ev bûyarên ku li Sûriyê çêdibin tirseke mezin di dilê sivîlan û kêm netewan de çêdike. Lewma gelê Sûriyê bang li cîhanê kir ku wan biparêzin û daxwaz kirin ku Sûriyeke demokratîk were avakirin û mafê hemû netewan were paristin.
Li ba lêkolîneran jî tirseke mezin heye ku Sûriyê ber ve riyeke xetar ve wê biçe û ne dûre ku Sûriyê bibe weke Efxanistan.
Lê li Sûriyê deverên ku xwe rêxistin kirine, hêza xwe ya parastinê avakirine û cihê herî ewle jî hene.
Mînaka wê ya herî ber çav jî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber hêzeke wê mezin bi navê QSD`ê heye û hemû ol, bawerî û netewan di nav xwe de digre û mafên wan diparêze.
Di nava 14 salan de gelek aliyan mîna DAÎŞ ,Artêşa Sûriyê ya Azad û Rêjîma Baas xwestin wê herêmê têxin bin serweriya xwe. Lê bi saya yekîtiya civakên li herêmê nikarên bigêhêjin armanca xwe. Her tim Rêveberiya Xweser ewlehiya herêmên xwe parast û nehîşt ku binpêkirinên weke herêmên desthiata nû ya Şamê rû dide pêk bê.
Rêveberiya Xweser bi hatina desthilata hikûmeta Şamê re jî ev helwest û sekna parastina gelên bi serweriya xwe de parast û mirov dikare rehet bêje ku li Sûriyê herêma herî bi ewle û aram herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne.
Ev herêm bû mînak ji hemû herêmên Sûriyê yên wek Siweyda û Berava Sûriyê ku daxwaza Rêveberiyek Xweser mîna Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji ber bawariyek li ba wan çêbûye ku tu hêz ji bilê keç û xortên wan nikarin wan û mafê wan biparêzin.
Egîd Xelîl