Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi Tirkyeyê re peymaneke nû îmze kir

Piştî hilweşandina Rêjîma Baas gelek guherîn li Sûyiyeyê çêbûn. Di dema serokatiya Beşar Esed de, herî zêde berê Şamê li Rûsya, Îran û Çînê bû, niha jî berê Ehmed El Şerii li Tirkiye û Qeter e. Peymanên ku Hikûmeta Veguhêz jî imze dike, dihêle ku Sûriye têkeve bin kontrola welatên din, herî zêde jî Tirkiye dibe xwedî bandora herî mezin li ser biryarên Şamê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di sala 2011 de, şoreşa bi navê Buhara Erebî derbasî Sûriyeyê bû.

Şerê di navbera Rêjîma Baas û komên çekdar ên opozsiyonê û yên cîhadîst de,14 salan dirêj kir, di vî şerî de, bi sedan hezar kes hatin kuştin û birîndar bûn, her wiha bi milyonan kes jî koçber û penaber bûn.

 

Di 14 salên şerê Sûriyeyê de bi milyonan kes penaber bûn

 

Di sala 2014`an de, gelek welatan alîkeriyek mezin pêşkêşî komên çekdar ên opozsiyonê kirin, di encamê de piraniya parêzgehên Sûriyeyê xist bin kontrola xwe.

Ji ber wê yekê Rêjîma Baas gelekî lawaz bû û piraniya erdnîgariya Sûriyeyê, ji bin serweriya wê derket, heya gihişt ku Qesra Serokkomariyê ya li Şamê têkeve bin dorpêçê, lewma berê xwe da Rûsyayê û peymana hevkariya parastinê bi hev re îmze kirin.

Vê peymanê rêjîma Bass bihêz kir û aliyê hember wê jî, lawaz kir, aliyên ku li jêr navê opozsiyonê de kar dikirn, berê xwe dan Tirkiyeyê.

 

Heya niha hin deverên Sûriyê di bin destê Tirkiyeyê de ne

Tirkiyê xwest bi riya komên çekdar ên opozsiyonê û yên cîhadîst armancên xwe pêk bîne, lewma bi riya wan gelek oparasyon li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn.

 2016 operasyona Diri El- Firat ya li dijî herêma Ezaz û Cerablusê, 2018 operasyona Şaxa Zeytûnê li dijî Kantona Efrînê û 2019an jî operasyona bi navê Kaniya Aştiyê li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî pêk anî.

Li şûna ku pirsgirêka Sûriyeyê were çaraserkirin, van peyman û operasyonan, hiştin ku rewş gelekî xirab bibe û agirê şer gûrtir bibe.

Di 8`ê kanûna 2024an de, Rêjîma Baas hilweşiya û hikûmeteke veguhêz hat avakirin.

 

Rêveberiya Xweser dixwaze çareseriya Sûriyeyê navxweyî be

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, ya hemû pêkhateyên hembêz dike û mafê wan diparêze, ji bo dan û standina bi Hikûmeta Veguhêz re amade bû û peymana 10 adarê, ji bo yekîtiya xaka Sûriyeyê, îmze kir.

Rêveberiya Xweser, dixwaze çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê navxweyî be, mafên hemû pêkhateyan were parastin û rola wan di Sûriyeya nû de hebe.

Lê li şûna ku ev Hikûmet, gelê Sûriyeyê bîne ser hev û yekîtiyê xurt bike, wê jî riya Rêjîma Baas girt û li dijî gelê Sûriyeyê kar kir.

Tirkiyê hewl dide Sûriyeyê têxe bin kontrol û serweriya xwe.

 

Hikûmeta Veguhêz peymana hevkariya leşkerî bi Tirkiyeyê re îmze kir

 

Li Umanê civînek sê alî, ji bo Sûriyeyê hat lidarxistin, lê li beramberî wê, di 13`ê tebaxa 2025`an de, Hikûmeta Veguhêz Peymana hevkariya leşkerî ya hevbeş, bi Tirkiyeyê re, îmze kir.

Ev peyman xuya dike ku Hikûmeta Veguhêz, wê Sûriyeyê bi giştî têxe bin serweriya Tirkiyê û metrisiyeke mezin li ba pêkhateyên Sûriyeyê çêdike.

Bihara Erebî an jî şoreşên Bihara Erebî, di sala 2010an de, li hember belavbûna gendeliyê, lawazbûna aborî, û şert û mercên jiyanê yên nebaş, sînordarkirinên siyasî û ewlehî û nebûna hilbijartinên adil li çend welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, dest pê kiribû, destpêka wê li Tûnisê bû û pişt re derbasî Misir, Lîbiya, Yemen û Sûriyeyê bû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24