Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî, rewşa berava Sûriyeyê ji nêz ve şopand û raporek di derberê binpêkirin û komkûjiyên li dijî gel belav kir.
Komîteyê di rapora xwe de, diyar kir ku di bûyerên tundiyê ya li Beravê Sûriyeyê li dijî Elewiyan, di nav de 90 jin hezar û 700 kes, hatin kuştin.
Komîteya NY da xuya kirin ku wan zêdetirî 200 hevpeyvîn bi mexdûran re çêkirin û serdana hin gorên komî kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek sûcên şer wek kuştin, êşkencekirin, talankirin û şewitandina malan, ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz ve hatine kirin.
Komîteyê ji rayedaran daxwaz kir ku hemû sûcdaran ceza bikin, gumanbaran ji kar dûr bixin û ji bo parastina civakan jî tedbîrên lezgîn bigirin.