Li gorî raporê, komên ku ji hêla Waşingtonê ve wekî metirsîdar hatine destnîşankirin, wekî (Hiras El Dîn) tevî ku piştî hilweşîna rejîma Esed xwe hilweşandiye jî, lê bandora vê komê li ser Şamê gelekî mezin e.
Pentagon: bandora QSD`ê jî zêdetir dibe
Pentagon di reporta xwe de, diyar dike ku dê bandora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakur û rojhilatê Sûriyê xurt bibe û ji her demê bêtir, dê xweseriyê bide wan.
Nirxandin bi encamekê dide xuyakirin, QSD parastina berjewendiya Amerîka dike û her wiha Îsraîl herêma ewlehiyê li ser sînorê Sûriyeyê berfireh dike û xwe nêzî Şamê dike.
Tevî hilweşîna rejîma Esed, çalakvan ditirsin ku eger vegerin Sûriyeyê, wê werin girtin.
Raport fikarên di nav Kongresê de, li ser sivikkirina cezayên li ser Şamê hatine sepandin derdixe holê.
Koma "Hiras El Dîn" li Sûriyeyê cihê xwe digire
Raportek ku roja sêşemê ji hêla Al-Monitor ve hate weşandin eşkere kir ku hin alîgirên rêxistina Hiras El Dîn, şaxê El Qaîdeyê li Sûriye - dixwazin di nav hikûmeta nû ya Şamê de, xwedî bandor bin.
Pentagon: Hiras El Dîn bandorê li biryarên Şamê dikin
Li gorî raporê, berpirsên Ajansa Îstîxbarata Parastinê ya Amerîkayê nirxandine ku komên girêdayî El Qaîdeyê, di bin sîwana Heyet Tehrîr El Şam de, ku azadiya tevgerê dide endamên berê yên Hiras El Dîn û dihêle ku ew hewl bidin bandorê li avakirin û polîtîkayên hikûmeta nû ya Sûriyeyê bikin, berdewam dikin.
Amerîka li dijî Hiras El Dîn çend êrîş pêk anîne
Raportê destnîşan kir ku Hêzên Operasyonên Taybet ên Amerîkî, ji dema damezrandina komê ve, piştî veqetandina Ehmed el-Şaraa ji Cebhet el-Nusra di 2016`an de û avakirina Heyet Tehrîr el-Şam di 2018`an de, bi dehan endamên Hiras El Dîn di êrîşên hewayî de li bakurê rojavayê Sûriyeyê kuştine.
Her çend hatina Şaraa li Şamê di dawiya sala borî de, bû sedem ku Hiras El Dîn hilweşandina xwe îlan bikin jî, ne hemî endamên wê çekên xwe danîne û li gorî Pentagonê, endamên vê komê nêzîkî heft mehan piştî rûxandina rejîma Esed, li derveyî kontrola operasyonel a rêveberiya nû mane.