Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR ragihand ku ew teqîn li rojavayê bajarê Idlibê çêbûye, heya niha 4 kes hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî SOHR`ê, cihê ku teqîn li wir çêbûye, navendeke çekdarên biyanî ye ku di heman demê de, wek depoyeke çek û teqemeniyan dihat bikaranîn.
Di dema teqînê de, çend dron li asmanên deverê hatin dîtin, heya niha jî lêgerîn di nav kavilên nevenda leşkerî de berdewam dike û dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêde bibe.