Şerê Îsraîl- Amerîka û Îranê di roja 16`an de bi tundî berdewam e

Şerê Îsraîl- Amerîka û Îranê di roja 16`an de berdewam dike. Gef û êrîş ji her dû aliyan ve bi tundî berdewam dikin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku dibe ew careke din êrîşî Girava Xarkê ya Stratîjîk ya Îranê bikin û da zanîn ku şert û mercên niha ji bo rawestandina şer ne guncawe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de, di roja xwe ya 16`mîn de, bi tundî berdewam dike.

Tehranê bi mûşekên serikên komî bombebaraneke dijwar li bajarên Îsraîlê - di nav de Eylat û Tel Avîv - da.

Supaya pasdarên şoroşê pêla 53`emîn ya li dijî baragehên Amerîkî û deverên Îsraîlî ragihand

Ajansa Îranê Tesnîm da zanîn ku Sipaha Pasdarên Şoreşê yên Îranê di daxuyaniyekê de pêkanîna pêla 53yemîn a Operasyona “Soza Rastîn 4” li dijî baragehên Amrîkî û deverên Îsraîlî ragihandin.

Sipaha Pasdarên Şoreşê eşkere kirin ku wan bi mûşek û dronan baregehên Amerîkî yên li Iraq û Kuweytê hedef digirin.

Pasdaran her wiha ragihand ku wan baregeha Kark'ê ya li Erebistana Siûdî ku balafirên şer ên F-35 û F-16 yên Amerîkî lê ne, bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyan "êrîşeke bi dronan kompleksa balafirgeha Bexdayê kir hedef ku tê de baregeheke leşkerî û saziyeke dîplomatîk a Amerîkî heye."

Reuters jî da zanîn ku çavkaniyan jêre gotiye ku piştî êrîşa bi dronan, karê li rafineriya Lanazê a li Hewlêrê ya Iraqê rawestiyaye.

Her wiha Erebistana Siûdî Îro sibehê ragihand ku wan li Riyad û herêmên rojhilat 10 dronan desteser kirine.

Di roja 16`mîn a şer de Pasdarên Şoreşa gef li Serokwezîrê Îsraîlê xwarin û gotin ku ew ê Benjamin Netanyahu "bişopîne û bikujin".

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Biryargeha Xetem el-Enbiya got ku "Dewetên êrîşker drona Îranî (Şahid 136) kopî kiriye ji bo ku êrîşên neqanûnî di nav welatên herêmê de pê bîne.

Li gorî vî berdevkî armanca vê yekê ew e "çandina gumanan û tawanbarkirina Îranê" ye.

Tasnim belav kir ku 20 kes li bakurê rojavayê Îranê bi tohmeta dayîna agahiyên li ser baregeheke leşkerî ji Îsraîlê re ji alî dewelta Îranê ve, hatine girtin.

Li gelek bajerên Îranê teqîn çêbûn

Hate ragihandin ku di nava Îranê de jî li gelek bajaran teqîn pêk hatine

Li gorî agahiyan li bajarên wekî Tehran, Şîraz, Îsfehan, Ehwaz, Xurmatû, Nûrabad, Buşehr, Lamerd, Pakdeşt, Kerec, Ferdîs, Senendec, Tebrîz, Kiş, Varamîn, Eslamşehr, Şehr-Rey, Qum, Şehriar, Şehrekord, Kirmaşanê teqîn çêbûn.

Artêşa Îsraîlê: Me 2 berpirsên payebilind yên Dewleta Îranê hedef girtiye

Ji aliyê din ve jî, Artêşa Îsraîlê ragihandin ku wan 2 berpisên payebilind ên yekîneya îstîxbaratê ya cîgirê baregeha Xetem el-Enbiya , Abdullah Celalî Nesab û Amîr Şerîa, hedef girtiye.

Îran kuştina geneleyekî xwe yê din eşkere kir

Raportên Îranî jî, kuştina cîgirê serokê îstîxbaratê yê hêzên bejayî yên artêşa Îranê Major Abdullah Celalî Nesab, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê ya li ser paytext Tehranê de piştrast kirin.

Trump: Dibe ku em careke din êrîşî Girava Xarkê bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gev li Îranê xwar û got ku dibe ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşên din li ser Girava Xarkê bikin û destnîşan kir "şert û merc hîn ne bes in ji bo bidawîanîna şer".

Her wiha Trump da zanîn ku ew nizane gelo Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xaminî jiyan dike an na û wî got dibe ku ew jiyan nakî ji ber ku ji dema hatiye lêdana û vir ve, xuyanekirye.

Ebas Eraqçî: Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî tu pirsgirêkên wî tune ye

Di derbarê vê yekê de jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê de ligel MSNOW got ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî ti pirsgirêk wî tune ye û rewişa wî başe.

Pentagon nasnameya 6 leşkerên Amerîkî li Îraqê jiyana xwe ji destdabûn eşkere kir

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) nasnameya 6 endamên ekîba balafireke sotemeniyê eşkere kir ku di destpêka vê hefteyê de dema balafira wan li rojavayê Iraqê ket xwarê jiyana xwe ji dest dan û li gorî daxuyaniya rayedarên Amerîkî "ev bûyer ne ji ber agirê dijmina ne".

Her wiha Balafireke Amerîkî ya ji cureya KC-135 roja Pêncşema borî ket xwarê û bi vî awayî hejmara leşkerên Amerîkî yên di şerê li dijî Îranê de hatine kuştin gihîştiye herî kêm 13 kesan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye