Komek ji mamosteyan li paytexta Îranê Tehran roja yekşemê 6ê îlonê, li ber avahiya Rêxistina Plankirin û Budceyê kom bûn û xwepêşandanek li dar xist.
Sedema xwepêşandanê ew e, ku mamoste li dijî mûçeyên kêm, pirsgirêkên debara jiyanê û kêmbûna hêza kirînê nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Li aliyekî din jî, li bajarê Ehwazê yê ser bi parêzgeha Xozistanê ve hejmarek ji malnişn derkatin xwepêşandanê.
Malnişînan di xwepêşandana xwe de banga baştirkirina şert û mercên jiyanê, zêdekirina mûçeyan li gorî xeta xizaniyê û rêjeya enflasyonê û baştirkirina karûbarên tenduristî û xizmetguzariya civakî kirin.
Ev jî dîmenê xwepêşandanên bajarê Şûşê yê li parêzgeha Xozistanê ye.
Hejmarek ji malnişînan ji ber heman pirsgirêkan derketin xwepêşandanan.
Di van demên dawiyê de, ji ber ceza û dorpêçên aborî, enflasyon û kêmbûna mûçeyan, rêjeya nerazîbûnê û xwepêşandanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.