Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Kurdistanê bi beşdariya zêdetirî 300 navendên weşanê yên navxweyî û yên Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Ev pêşangeh li bajarê Sine yê ser bi parêzgeha Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve hat vekirin.
Her wiha di vê pêşangehê de, zêdetirî 20,000 sernavên pirtûkan hatin pêşkêşkirin.
Pêşangeha Pirtûkan a Kurdistanê li hola Pêşangehên Mayînde ya bajêr ku qebareya wê bi qasî 4000 metreçargoşe ye hat lidarxistin.
Rêvebirê Giştî yê Çand û Rêberiya Îslamî ya Parêzgeha Kurdistanê Elî Esxer Deryayî li ser vekirina vê pêşangehê axivî.
Elî Esxer Deryayî behsa girîngiya vê pêşangehê kir û diyar kir ku pirtûk çavkaniya herî pêbawer a zanînê ne û bipêşxistina çanda xwendinê bingeha pêşkeftin û geşedana şaristaniyê ye.
Deryayî destnîşan kir ku ji bilî pêşkêşkirina pirtûkan, pêşangeh dê civîn û semînerên zanistî û hunerî yên taybet, danasîna şiyanên çandî yên deverên cuda yên parêzgeha Kurdistanê û eşkerekirina berhemên nû jî di nav xwe de bigire.
Di dawiyê de, Deryayî da zanîn ku pêşangeh dê heta 14`ê îlonê berdewam bike.
Pêşangeha Pirtûkan a Kurdistanê ji aliyê Mala Pirtûk û Wêjeya Îranê ve bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Çand û Rêberiya Îslamî ya Parêzgeha Kurdistanê hatiye lidarxistin.