Mucteba Xamineyî di nivîsa xwe de ev peyam da:
"Hêzên dijmin ji ber derbeyên êşdar ên ku ji şervan û parêzvanên Tengava Hurmizê kişandine, dê ji Deryaya Erebî wêdetir neçin.
Di demeke nêzîk de Deryaya Erebî dê xwe ji dijmin vala bike.
Her wiha Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî lê zêde kir ku zêdetirî 30 milyon Îranî canfedayîbûna xwe ragihandiye.
Xamineyî daxuyand ku di banga rêxistinbûnê de jî, şiyana 500,000 kesan di 100 xulekên pêşîn de hat dagirtin û eşkere kir ku li seranserê Îranê amadekariyên çekdarî hene.