Îranê 67 kes bi dar ve kirin

Kiryarên dewleta Îranê yên bidarvekirinê berdewam dike, Îranê herî kêm di meha tîrmehê de 67 bidarvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan raporeke da amadekirin, rapor jî wiha ye :

Îranê di meha tîrmehê de herî kêm  67 kes bidarvekirin, hat diyarkirin ku ji kesên hatine bidarvekirin 9 kes girtiyên siyasî û 2 jî jin bûn.

Di raporê de wiha hate gotin: “Ji 67 bidarvekirinên ku di meha tîrmehê de hatine bidarvekirin, tenê 8 kes an ku ji sedî 12’ê wan ji aliyê rayedarên fermî yên Îranî yan jî dezgehên medyayê yên girêdayî dadweriyê ve bi eşkereyî hatin ragihandin. 7 girtî bêyî agahiya malbata xwe û bikaranîna mafê hevdîtina dawîn bi awayekî veşartî hatin bidarvekirin û 2 girtî jî ji raya giştî re vekirî hatin bidarvekirin.

Di meha borî de jî kesên di xwepêşandanên meha çileyê û şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatin binçavkirin jî di nav de herî kêm 9 girtiyên siyasî û olî, bi tohmetên ewlehiyê yên wekî 'muharebe (şerê li dijî Xwedê)', 'sîxurtî' û sûcên bi vî rengî hatin bidarvekirin.

Her wiha ji kesên ku hatine bidarvekirin 22 Faris, 10 Kurd, 10 Azerî (Tirk), 6 Lor, 5 Belûç, 5 Gîlek, 2 Tirkmen, yek Ereb û yek jî Efganî bûn û nasnameya etnîkî ya 5 kesan jî nehat bicîkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye