Îranê di meha borî de 60 kes bi dar ve kir

Kiryarên dewleta Îranê yên wekê girtin û bidarvekirinê yên li ser welatiyan berdewam e. Di meha borî de, dewleta Îranê 60 kes bi dar ve kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kiryarên dewleta Îranê yên wekê girtin û bidarvekirinê yên li ser welatiyan berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê ragihand ku dewleta Îranê danê siharê xwepêşanderek û di nava meha borî de jî 60 kesên din bi dar ve kiriye.

Her wiha HRANA’yê, têkildarî binpêkirinên dewleta Îranê yên li dijî mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava meha borî de raporek weşand.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku dezgeha dadweriya Îranê danê siharê cezayê darvekirina xwepêşanderê bi navê “Mecîd Nadîne” li parêzgeha Alborzê bi cih aniye.

Mecîd ji aliyê îstîxbarata Pasdaran (Îtîlaat) ve li Keracê hatibû girtin û bi tometa “beşdarbûna di xwepêşandanan de bi mebesta rûxandina rejîmê” cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Di nava vê mehê de bi giştî 60 cezayên bidarvekirinê ku di nav wan de jin û zarok jî hene, hatine pêkanîn. Du doz bi awayekî giştî hatine kirin, di heman demê de ji aliyê dezgeha dadweriyê ve 11 cezayên nû yên darvekirinê hatine birîn û biryara 7 kesên din jî ji aliyê Dadgeha Bilind a welat ve hatiye pejirandin.

Ji aliyekî din ve, zextên li ser azadiya ramanê gihîştine lûtkeyê; bi awayekî ku 112 dozên girtin û serdegirtina malan hatine tomarkirin.

Di encamê de bi giştî cezayê 5 hezar û 73 meh girtîgeh, 48 meh dûrxistin, 417 lêdanên qamçiyê û cezayên darayî li ser 70 welatiyan hatine sepandin.

Her wiha cezayê 77 sal zindanê ji bo 16 welatiyên xelkê Mehabadê, mînakeke berçav a vê zordariya dadweriyê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye