Şerê bacan ê di navbera Amerîka û Kanada de tund dibe

Piştî binketina danûstandinên bazirganiyê, Amerîka û Kanada bacên giran li ser hev ferz kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyên xwe yên dijî Kanadayê tundtir kirin. Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney jî bi bacên tolhildanê bersiv da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî binketina danûstandinên bazirganiyê yên dijwar, rageşiyeke mezin a aborî di navbera herdû hevalbendên demdirêj DYA û Kanadayê de derket pêş. Washingtonê yekser bacên nû yên ji sedî 50 ku bandorê li ser kelûpelên Kanadayî yên bi nirxê 20 milyar dolarî (sedî 5.5ê hinardekirina bo DYAyê) dike, xist meriyetê. Li hemberî vê gavê, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku bacên tolhildanê yên nû ku bi taybetî sektorên pola û şîrê Amerîkî hedef digirin, wê di 8'ê Îlonê de bikevin meriyetê. Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Social bi tundî bertek nîşan da û got: "Kanada dixwaze sûdê li Amerîkayê werbigire, bêyî ku bibe dewleteke Amerîkî Wan bi salan bacên giran danîne ser cotkarên me. Êdî bes e". Ev şerê bacan û nelihevkirina dawî, pêşeroja Peymana Bazirganiya Azad a Parzemînî dixe bin metirsiyeke mezin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye