Mijara bidawîkirina şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, careke din di rojevê de ye.
Rûsya bi Amerîkayê re di têkiliyê de ye, ji bo lidarxistina gera nû ya danûstandinan da ku li Ûkraynayê çareseriyeke aştiyane pêk were.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got: "Em ji danûstandinê re vekirî ne, em bi Amerîkiyan re di têkiliyê de ne û em hêvî dikin ku gera din a danûstandinan hema ku şert û merc destûrê bidin, em ê pêk bînin."
Dmitry Peskov gotara nêrînê ya rojnameya New York Timesê red kir ku tê de hatibû gotin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji ber şerê bi Îranê re têkiliya xwe ya ji bo danûstandinên ji bo bidawîanîna pevçûna li Ûkraynayê winda kiriye.
Peskov ji rojnamevanan re got: "Ev bi tevahî dereweke û ti bingeheke wê di rastiyê de tune ye.
Di hevdîtinên sêalî de, hin pêşketinên ber bi çareseriyekê ve hatine bidestxistin."
Her wiha Berdevkê Kremlinê da zanîn ku Rûsyayê eleqeya xwe ji hevdîtinên aştiyê winda nekiriye, lê zelal kir ku pirsgirêkên bingehîn, di nav de nakokiyên axê jî, hîn nehatine çareserkirin.
Gera herî dawî ya hevdîtinên sêalî yên di navbera Rûsya, Ûkrayna û Amerîkayê de, meha borî berî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê di 28'ê Sibatê de pêk hatibû.