Li Fransayê îro hilbijartina Şaredariyan destpê kir

Li Fransayê nêzî 48 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina nêzî 35 hezar şaredaran îro dê biçin ser sindoqan. Di hilbijartinê de nêzî 900 hezar namzet hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Fransayê ji bo tûra ewilî ya hilbijartinên şaredariyê, karê dengdanê sihara yekşemê(îro) di saet 08.00’an de destpê kir.

Hilbijêr li seranserî welêt ji bo diyarkirina nêzî 35 hezar şaredaran û endamên meclîsa xwecihî û şaredariyê, diçin ser sindoqan.

Di hilbijartinê de nêzî 900 hezar namzet hene

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, di tûra ewilî de 900 hezar namzet hene.

Li cihên ku di tûra ewilî de encam negirtine, wê 22’yê Adarê di tûra duyemîn de bên kirin.

Li gorî anketên dawî, tê payîn ku rêjeya tevlîbûnê nêzî ji sedî 68 be.

Tê diyarkirin ku ji ber ku şerê li Îranê rojeva navneteweyî mijûl dike, kampanyên hilbijartinê zêde derneketin pêş.

Hilbijartinên xwecihî her çendî ku weke esas rêveberên xwecihî diyar bike jî, ji aliyê derdorên siyasî ve beriya hilbijartinên serokkomariya 2027’an weke têsteke siyasî ya girîng tê dîtin.

Tê payîn ku encamên tûra ewilî ya hilbijartinê, wê li gorî dema herêmî ji saet 20.00’an û şûn ve destpê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye