Li Brukselê 100 hezar kes li dijî polîtîkayên hikûmetê meşiyan

Li bajarê Brukselê yê Belçîkayê bêhtirî 100 hezar kes li dijî polîtîkayên hikûmeta federal ên aborî û civakî daketin qadan. Li seranserî welêt ji ber rawestandina gelek karûbarên giştî, balafirgeh û xebatên veguhestinê astengiyên cidî çêbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li ser banga sendîkayan bi deh hezaran kes li Brukselê beşdarî xwepêşandaneke neteweyî bûn.

Xwepêşanderan, guhertinên hikûmetê yên di sîstema teqawidbûnê de, sînorkirinên li ser endekskirina otomatîk a mûçeyan û kêmkirina xizmetên giştî şermezar kirin.

Xwepêşandanên li seranserî Belçîkayê rê li ber astengiyên cidî yên wekî veguhastin û xizmetên giştî vekir.

Hin seferên hewayî hatin betalkirin û veguhestina giştî bi awayekî sînorkirî xebitî.

Sendîkayên wekî CSC, FGTB û CGSLB’ê, diyar kirin ku tu danûstandinên wan ên rasterast ên bi hikûmetê re çênebûne û daxwaza diyalogeke demildest bi serokwezîr û cîgirên wî re kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye