Rayedarên Sûriye, Amerêka û Fransa li Parîsê civiyan

Li payetexta Fransa Parîsê, Nûnerê Taybet ê DYA`yê yê Sûriyeyê Thomas Barrack , Wezîrê Derve yên Fransa Jean-Noel Barrot û Wezîrê derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî civiyan û li ser çend xalan li hev kirin. Hate ragihandin ku wê di demek nêzîk de jî, danûstandin di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de li Parîsê dest pê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parîs deriyê xwe ji çareseriya pirsgirêkên asê yên Sûriyeyê re vedike.

Di 8`ê kanûna 2024an de, guhertineke mezin li Şamê çêbû, serokatiya Beşar Esed bi dawî hat, deriyekî nû ji çareseriyê re hat vekirin, lê di heman demê de jî, çend deriyên din ji pirsgirêk û nakokiyan re hatin vekirin.

Di daxuyaniyek hevbeş de, rayedarên Sûrî, Amerîkî û Fransî gotin ku wan "civînek berhemdar di kêliyek krîtîk de ji bo Sûriyeyê" li dar xistine.

 

Nûnerên Şam û QSD`ê dê li Parîsê bi hev re bicivin

 

Di civîne de, her sê aliyan li ser çend xalan li hev kirine, ew jî temamkirina peymana 10ˊê Adarê, ya ku di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera de hatibû imzekirin.

Ji bo vê yekê jî, di demeke herî nêz de, dê li Parîsê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de civînek bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de, ev yek jî hatiye destnîşankirin ku divê lihevkirineke niştimanî li seranserê Sûriyeyê pêk bê, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriye û parêzgeha Siwêdayê, her wiha divê pêvajoya siyasî ya demkî bi awayekî serkeftî birêve biçe, aramî, serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê parastî be.

 

Li gor Peymana Parîsê divê tekoşîn li dijî "terorê" bê kirin

 

Nûnerên her sê welatan, li ser vê xalê jî li hev kirine, ku divê bi hevbeşî têkoşîn li dijî terorê bê kirin û Sûriye ji welatên derdora xwe re nebe gef û metirsî, da ku aramî û ewlehiya herêmê bi tevahî bê parastin.

 

Lêpirsîn dê di bûyerên Siweyda û peravê de bên kirin

 

Di daxuyaniya hevbeş de, ev yek jî hatiye ragihandin, ku divê lêpirsîn di bûyerên dawî yên Siweyda û Perava Sûriyeyê de bên kirin û ew kesên ku sûc kirine, bêne cezakirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24