Ji bo beşdariya li lûtkeya Libnanî-Amerîkî ku dê li Washingtonê li Koşka Spî pêk were, serokkomarê Libnanê Cozêf Ewn çû Amerîkayê.
Cozêf Ewn der barê rewşa Libnanê de jî dê bi hejmarek rayedarên Amerîkî re hevdîtinan bike.
Ewn, berî çûna xwe, diyar kir ku "Washington niha guh dide Libnanê" û pirsgirêka Libnanê niha di rojeva Trump de ye.
Serokkomarê Libnanê peymana heyî ya bi Îsraîlê re wekî "ya herî baş" di vê demê de nirxand.