Her wiha Likhachev da zanîn ku koma karkerên ku ji santrala nukleerî derketine, şeva xwe li parêzgeha Îsfehanê derbas kirine û tê payîn ku wê ji sînorê Îran-Ermenistanê derbas bibin.
Li gorî Ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê TASS, Likhachev gotiye:
"Her tişt li gorî planê di der barê rewşa li santralê û koma din a karmendên me de, ku dê werin valakirin de, diçe."
Likhachev da zanîn ku şîrket amadekariyan dike ku di rojên pêşîn ên Nîsanê de du komên din ên karmendan der bixe, lê hemû karmend wê santralê neterkinîn.
Her wiha Serokê Ros atomê ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê Interfax re got ku, hin karker wê bimînin, da ku ewlehiya santrala nukleerî misoger bikin û amadebûna xwe ji bo ji nû ve destpêkirina xebatên avakirinê biparêzin gava ku rewş destûrê bide.”