Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew roja pênşemê êvarî li Parîsê bi Sûriyeyî û Îsraîliyan re civiya ye.
Hat zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Wezîrê Kar û Barên Stratejîk yê Îsraîlê Ron Dermer li Parîsê civiyan û li ser mijara başûrê Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Tom Barrack eşkere kir ku di civînê de, her du aliyan li ser aramkirina rewşa Sûriyê li hev kirin.
Tê payîn ku îro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re civîneke din li dar bixe.
Dîsa wê di civînê de, her sê alî li ser rûdanên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj bikin.