Rapor: Îhtimala ku Amerîka êrîşî Îranê bike ji sedî 90 e

Medyaya Amerîkayê, eşkere kir ku ihtîmala êrîşa li ser Îranê ji sedî 90 e û du hefte dem dane Tehranê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Axiosê ya Amerîkayê, îro di raporekê de eşkere kir, piştî ku dan û standinên Cenevreyê nekarîn nakokiyên kûr û xetên sor ên Washingtonê çareser bikin, amadehiyên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê gihîştine asteke metirsîdar.

 

Li gorî raporê, hêza leşkerî ya Amerîkayê ku wekî "Artêşa Trump" tê binavkirin, niha du keştiyên balafirhilgir, 12 keştiyên şer, bi sedan balafir û çendîn pergalên parastina asmanî li xwe digire lı herêmê bi cîh bûne.

 

Her wiha li gorî zanyariyan, tenê di nava 24 demjimêrên borî de, 50 balafirên şer ên ji cureyên F-35, F-22 û F-16`an gihîştine herêmê.

 

Alîkarê Serokê Amerîkayê James David Vance jî ji Fox Newsê re da xuyakirin kir ku tevî hinek bipêşveçûnên di dan û standinên li Cenevreyê de hene, lê xetên sor ên Trump nehatine qebûlkirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye