Dan û standinên nerasterast ên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, bêyî gihaştina rêkeftinekê, berdewam dikin.
Li gorî agahiyan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê li ser çarenûsa depoya uranyûmê ya Tehranê û kontrola Tengava Hurmizê helwestên xwe yên bi tevahî dijberî hev didomînin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî dawiyê de got ku rêveberiya Washingtonê dê di dawiyê de depoyên uranyûma Îranê desteser bike û wiha axivî:
“Em ê uranyûma dewlemendkirî ya Îranê bistînin. Pêwîstiya me bi wê nîne, em wê naxwazin.
Îhtîmalleke mezin dema ku em wê desteser bikin jî em ê wê ji holê rakin. Lê em ê nehêlin ew di destê wan de be. "
Li ser mijara uranyûmê her du alî jî daxuyaniyên dijber didin, rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, îdia dike ku Îran dikare vê uranyûmê ji bo bipêşxistina çekên nukleerî bikar bîne.
Lê belê, Îran jî îdia dike ku bernameya wê ya nukleerî tenê ji bo armancên sivîl û aştiyane ye.
Trump: Em dixwazin tengava Hurmizê vekirî û bê pere be
Di haman demê de, Donald Trump, plana Îranê ya ji bo wergirtina pereyan ji keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin rexne kir û wiha diyar kir:
"Tengava Hurmizê rêyeke avî ya navneteweyî ye. Em dixwazin tengav vekirî û bêpere be."
Eraqçî: Dan û standinên me bi DYA'yê re asê mane
Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, da zanîn ku dan û standinên di navbera wan û Amerîkayê de, di majara uranyûm û Tengava Humizê de asê mane û wiha ragihand:
"Tîma dan û standinan bi du astengiyên mezin re rû bi rû ye ku rê li ber rêkeftinekê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re digirin.
Washington israr dike ku tavilê li ser mijara nuklerî nîqaş werin kirin, di heman demê de Îran berî her dan û standinekê ji bo avakirina baweriyê 30 rojî dixwaze.
Der barê avakirina pergala bacê li Tengava Hurmizê de jî nakokîyek tund hene.
Eraqçî: Ji bo gihîştina rêkeftinekê pêdivî bi çalakiyeke biryardar heye
Di haman demê de Eraqçî da zanîn ku ji bo şikandina rewşa bêçareseriyê pêdivî bi zelaliyê, lihevkirinê û çalakiyek biryardar heye, û hişyarî da ku metirsî pir zêde ne ku ev astengî bê çareserî bimînin.
Piştî zêdebûna aloziyên leşkerî yên vê dawiyê, hikûmeta Îranê diyar kiribû ku keştiyên ku di tengavê re derbas dibin, divê ji rayedarên Îranê destûrê bistînin.
Di heman çarçoveyê de jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku di mijara Îranê de pêşkeftineke biçûk heye.