Volodymyr Zelensky, destnîşan kir ku Rûsya her tiştî red dike, êrîşên xwe yên li ser eniyên şer û êrîşên xwe yên hewayî yên li ser bajar û dabînkirina enerjiyê ya Ûkranyayê didomîne û got:
“Pêwîste tiştê ku me li Munîhê bi hevkarên xwe re nîqaş kir, tavilê were bicîhanîn.”
Ev axaftina serokê Ûkraynayê Zelensky, beriya destpêkirina gera nû ya danûstandinên aştiyê li Cenevreyê hat.
Ji ber êrîşên Rûsyayê %80'ê santralên germkirinê yên Ûkraynayê û zêdetirî 3 santralên hîdroelektrîkê wêran bûn.
Di heman demê de, di Hezîrana 2024'an de, Ûkranyayê herî kêm du rafineriyên petrolê li başûrê Rûsyayê wêran kir.