Barcelona, di hefteya 24'emîn a La Lîgayê de li hember Girona bi 2-1 têk çû, ev yek jî rê da Real Madrîd ku pêşengiyê di serê tabloyê de bi dest bixe.
Lamine Yamel, di dema zêde ya nîvê yekem de (45+3) penaltiyeke winda kir û pêşketina Barcelona ji dest da.
Pau Coparci, di deqeya 59'emîn de gola yekem a maçê û ya taximê xwe Barcelon anî.
Lê belê, Girona di deqeya 62'em de ji hêla lîstikvan Thomas Lemar gola wekheviyê anî.
Beriya 3 deqeyan ji dema asayî, Fran Beltran gola duyemîn anî û taximê xwe Girona xist pêş.
Bi vê têkçûnê, Barcelona di rêza duyem de bi 58 xalan cih girt, li pişt Real Madrîd bi 2 xalan ku di rêza yekem de cih digre.
Her wiha Girona bi 29 xalan derket rêza 12'emîn de ye.