Taximên ciwanên Rûsî dê beşdarî tûrnûvayên navneteweyî bibin

Federasyonên Hendbolê yên Navneteweyî û Ewropayê biryar dan ku destûr bidin tîmên neteweyî yên ciwanan ên Rûsyayê beşdarî turnuvayên navneteweyî bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Federasyona Hendbolê ya Navneteweyî (IHF) û Federasyona Hendbolê ya Ewropî biryar dane ku taximên ciwanan ên Rûsyayê vegerînin pêşbirkên navneteweyî.

 

Di derbarê vê mijarê de Serokê Konseya Bilind a Federasyona Hendbolê ya Rûsyayê Sergei Shishkarev ji ajansa nûçeyan a Novosti re axivî û wiha got:

 

"Federasyona Hendbolê ya Navneteweyî (IHF) û Federasyona Hendbolê ya Ewropî biryarek pêşîn dane ku destûr bidin tîmên ciwan ên Rûsyayê ku vegerin pêşbirkên fermî."

 

Shishkarev destnîşan kir ku her du federasyon niha li ser mekanîzmaya bicîhanînê dixebitin û wiha axivî:

 

"Gelek welat red dikin ku tîmên Rûsyayê mêvandar bikin, ji bo bicîhanîna biryarê nêzîkatiyek pratîkî hewce dike."

 

Serokê Konseya Bilind a Federasyona Hendbolê ya Rûsyayê Sergei Shishkarev wiha dawî li axaftina xwe anî:

 

"Nûçe erênî ye, lê wan nexwestin ku zû eşkere bikin heta ku prosedurên teknîkî bi dawî bibin, her wiha tekez kir ku biryar hatiye dayîn û li benda rêkeftinên lojîstîkî ne."

 

Hêjayî gotinê ye ku tîm û klûbên neteweyî yên Rûsya û Belarûsya ji Adara 2022'an û vir ve ji ber rewşa li Ukraynayê ji pêşbirkên navneteweyî hatibûn durxistin.

 

Di 11'ê Kanûnê de, Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî pêşniyar kir ku destûr bê dayîn ku werzîşvanên ciwan ên Rûsî û Belarûsî di bin al û sirûda neteweyî ya welatê xwe de beşdarî şampiyoniyên navneteweyî bibin, hem di werzişên takekesî û hem jî di werzîşên tîmê de.

 

Her wiha piştî vê biryarê şandeya werzîşvanên Rusî di lîstikên Paralîmpîk yên zivistanê de bi ala xwe tevlî korteja vekirinê bûbûn.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye