Li Cindirêsê 3 kes hatin kuştin

Li navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê, 3 ciwan ji aliyê êrîşkarên nenas ve bi êşkenceyê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Efrîn, di 18`ê adara 2018`an de hat dagîrkirin. Ji wê rojê û heya niha jî, gelek bûyerên kuştin, revandin, êşkence, dizî û talanî çêdibin, bi taybetî li dijî welatiyên Kurd.

 

Îro sibehê li bajarê Cindirêsê yê Efrînê, 3 kes ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê ragihand ku çekdaran êşkence li 3 ciwanan kirin, piştre gule li wan barandin û di otombîla wan de, ew kuştin.

 

Bûyer li nêzî taxa Bazara Nû ya li kolana 20`an a, bajêr rû da.

 

Rêxistinê der barê ciwanên hatine kuştin, ev agahî parve kirin:

 

Murad Husên Ezîz  ji gundê Yalanqiz ê Cindirêsê ye, li firoşgehek zêran dixebitî.

 

Ehmed Berekat jî  ji gundê Cebel El Has ê başûrê El Sifîrê ye, xwediyê firoşgehek zêran.

 

 Nasnameya ciwanê sêyem ku ew jî di heman firoşgehê de dixebitî nehat zanîn."

 

Ji bo şopandina sûcdaran lêkolîn ji Aliyên pêwendîdar ve hatine destpêkirin.

 

Di bûyerên berê de jî lêkolîn û lêpirsîn dihatin destpêkirin, lê di encamê de tu kes nedihat cezakirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye