Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, têkildarî Newroza îsal ku bi dirûşmeya 'Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk' tê pîrozkirin, peymak da gel.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê banga beşdariya pîrozbahiyên Newrozê kirin.
Tulay Hatîmogullari got ku Newroz nirxê hevpar ê mirovahiyê ye.
Hevseroka gîştî ya DEM Partiyê ev bang kir:
"Newroz sembola rûmet ,azadî û berxwedanê ye.
Werin em li dijî tarîtiyê bi agirê Newrozê her deverê ronî bikin.
Em bi hev re li qadên Newrozê govendan bigerînin.
Ji bo aştiya gelê Kurd û gelên Tirkiyê, werin em agirê Newrozê pêxin.
Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, niha dem dema ku em li qadên Newrozê li hev bicivin."
Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û ev bang kir:
"Werin em yekîtiya xwe xurt bikin.
Bila Newroza 2026'an bibe yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna me.
Bila bibe sedema aştiyê. Newroza gelê me pîroz be."