Rojwelat Kizmaz û Gulistan Dokû bi hev re li Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê beşa mamostetiya polê dixwendin.
Rojwelat Kizmaz di 9ê Sibata 2024an de li Taxa Petrolê ya Êlihê winda bû û piştî 3 rojan di 12ê Sibata 2024an de cenazeyê wê li Bendava Ilisûyê ya Heskîfê hatibû dîtin.
Mirina Rojwelat jî weke ya Gulistan Dokûyê di serî de hate gotin ku ‘xwe kuştiye’.
Piştî kujerên Gulistan Dokûyê hatin dîtin, malbata Kizmaz jî daxwaz kir ku mirina Rojwelatê bê diyarkirin.
Di meha Nîsanê de, malbatê bi delîlên nû dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da.
Malbatê xwest ku biryarên berê yên di doza Rojwelat de werin betalkirin, ji ber ku di doza Guistan Dokû de delîlên nû hatin tespîtkirin.
Îhtîmaleke din jî ev e ku Rojwelat şahidiya windabûna Gulistanê kiriye, her tişt derbarê wê de dizanîbû û ji ber vê yekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye.
Nimûneyeke berbiçav a vê yekê ji lêkolîna Buroya Sûc a Neteweyî ya telefona Rojwelat Kizmaz derket holê.
Wekî din, lêkolîna telefona Rojwelat Kizmaz eşkere kir ku axaftina wê ya dawî bi telefonê di 5'ê Adara 2024'an saet di 2:47'an de pêk hatiye.