Saruhan Oluç: Nebûna gavên qanûnî dihêle pêvajo dereng bikeve

Endamê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Saruhan Oluç derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û bang li desthilata Tirkiyê kir ku der heqê statuya Abdullah Ocalan de rêziknameyeke qanûnî çêke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nîqaşên der barê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û statuya Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan, di rojeva Bakurê Kurdistanê de berdewam dikin.

Taybet jî pêşniyara serokê Partiya Tevgera Netewperst a Tirkiyê Devlet Bahçelî ku gotibû divê statuya Abdullah Ocalan weke “Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê” were diyarkirin.

Endamê Komîsyona Meclîsê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Saruhan Oluç di der barê mijarê de axivî.

Saruhan Oluç têkildarî mijarê, ev peyam da:

"Di rapora hevbeş de, hemû partiyan dengê xwe dan, û me jî dengê xwe da, bi taybetî beşên şeşemîn û heftemîn.

Beşa şeşemîn 'qanûna taybet' ku em jê re dibêjin 'qanûna aştiyê', ye.

Beşa heftemîn jî li ser demokratîkbûna li Tirkiyê û rêziknameyên nû di qanûnên heyî de bû.

Bê guman, nebûna gavên têrker di vî warî de dibe sedema derengketina pêvajoyê."

Saruhan Oluç: Divê qanûna taybet were derxistin

Saruhan Oluç di berdewamiya axaftina xwe de li ser rêzknameyên qanûnî û çareseriya wê axivî û got:

"Divê ev qanûna taybet di zûtirîn dem de were nîqaşkirin.

Ji ber ku ew komîsyon êdî tune ye, ev qanûn divê di navbera aliyan de were nîqaşkirin.

Pêdivî bi şêwirmendiyê heye û bi lezkirinê heye."

Oluç: Divê ev mesele neyê dirêjkirin û gav bên avêtin

Oluç balkişand ser daxuyaniya Devlet Bahçelî û destnîşan kir ku di rewşa dawî de hewcedarî bi qanûnê heye:

"Birêz Bahçelî behsa tiştekî ku ji bo pêvajoyê girîng e dike.

Me jî her tim ev yek gotiye, pêvajoyek di rê de ye.

Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye.

Ji ber vê yekê, di derbarê rewşa wî de çarçoveyeke qanûnî hewce ye."

Saruhan Oluç di dawiyî de anî ziman ku dirêjkirina pêvajoyê dê gendeliyê derxe pêş û wiha pê de çû:

"Dirêjkirina pêvajoyê, wekî ku di hilbijartinan de ye, dê bibe sedema gendeliyê.

Dema ku gendelî çêbibe, dê têkçûn derkeve pêş. Têkçûneke ku sûdê nade kesî.

Ji ber vê yekê, rêya rast a çalakiyê, ew e ku mirov gav bi gav, ber bi çareserkirina vê pirsgirêkê ve biçe."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye