Aston Villa li hemberî Nottingham Forestê serkeftineke mezin bi dest xist, û derbasî fînala Lîga Ewropayê bû.
Derbasbûna Aston Villayê piştî serkeftina wan a 4-0 li hemberî Nottingham Forestê li Villa Parkê, roja pêncşemê di maça duyemîn a nîvfînala Lîga Ewropayê de, hat.
Gola yekem a Aston Villayê, di deqeya 36'an de ji hêla Ollie Watkins ve, hat avêtin.
Gola duyem jî, di deqeya 58`an de ji penaltiyê ji hêla Emiliano Buendia ve, hat avêtin.
John McGinn jî bi performanseke xurt du gol, yek di deqeya 77'an de û yek jî di deqeya 80'ê de, qezenc kirin.
Her wiha maça yekem a li stadyuma "City Ground" bi serkeftina Nottingham Forestê (1-0) bi dawî bû.
Bi vî awayî, Aston Villa bi serketina li hemberî reqîbê xwe Nottingham Forest a bi encama 4-1, derbasî fînalê bû.
Aston Villa dê di 20'ê Gulanê de li stadyuma Beşîktaşê ya li Stenbolê, di fînala turnuvaya parzemînî de bi taximê Alman Freiburg re bilîze.

Freiburgê Braga têk bir û gihîşt fînala Lîga Ewropayê
Di heman çarçoveyê de, Freiburgê Braga têk bir, û derbasî fînala Lîga Ewropayê bû.
Di deqeya 19'an de, lîstikvanê Freiburgê Lucas Kobler, gola yekem qezenc kir.
Piştre hevkarê wî Johan Manzambi di deqeya 41'ê de, gola 2'yemîn qezenc kir.
Lê Kobler di deqeya 72'yan de, dîsa vegeriya qadê û gola 3'yemîn tomar kir.
Lîstikvanê taximê dijber Pau Victor di deqeya 79'an de, gola yekem ji bo taximê xwe avêt.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku encama maça yekem a li Portekîzê, Braga bi ser ket, lê Freiburg bi 2-1 têk çû.
Bi vî awayî, taximê Alman bi serketina li hemberî Bragayê ya bi encama giştî (4-3), di her du lîstikan de derbasî fînalê bû.