Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya "Ruhê Rûsyayê" li Moskovayê hate nîşandan

Li paytexta Rûsya Moskovayê, Festîvala Navneteweyî ya "Ruhê Rûsyayê" ya Hunera Parçedoziyê, li avahiya Gostiny Dvor tê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di roja vekirinê ya festîvalê de, hemû gel bi muzîk û kevneşopiyên çandî derketin ser dikê.

Di nav beşdarên festîvalê de çanda Kurdî jî cihê xwe girt.

Kurdan di 2, 4 û 6’ê Gulanê de bi huner, govend, çand û muzîka xwe beşdarî festîvalê bûn.

Deng û rengên çanda kurdî di salona festîvalê de atmosfereke taybet çêkir, û gelek mêvanan bala xwe dan ser govend û muzîka kurdî.

Her wiha koma Barînê jî govendên Kurdî yên ji herêmên cuda yên Kurdistanê pêşkêş kirin.

Di 6’ê Gulanê de jî roja cil û bergên neteweyî hat lidarxistin.

Kurd jî bi cil û bergên Kurdî yên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye